|
||||
|
Partî Demokratî Kurdistanî Sûrîye الحزب الديمقراطي الكردستاني ـ سوريا الديمقراطية لســـــــــــــوريا والفيدرالية لكردستان سوريا ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Shêx muhemmed baqî
Binavê yezdanê dilovanê mêhreban. Xweshk û birayên xweshewîst: Shêx baqî hevaltîya min pêra sala 1976an dest pêkir pishtî konfirensa partî bi salekê: ez karim li ser jîyna nemir holo bêjim:
Ew yek ji kesên ku partî dîmoqratî kurdistanî li surya bi rêxistîyê û sermiyanê xwe yê taybet xiste doza welat sala 1957an, pishtî ku partî hate damezirandin bi salekê, û karê rêxistinî li cezîrê pêshve bir, li gel hinek endamên partî yên din. Shêx baqî merov bu berî hemî tishtên dî, xudî hestên bilind bu, xudî raman û bawerîyên kur bu, ji bo pêk anîna bercewendîyên gelê xwe, evîndarê xaka kurdistanê bu, ew ne tenha serokê partîyê dihate nasîn, lê belê wek birayekî gewre yan jî bav dihate ziman, ji ber ku bi derd û kulên hevalên xwe re hevpar bu. Ew bi yekîtîya gelê xwe rabo, bi rêya hevgirtina tevgerê. lewre mubadera 1984 – 85 an ji bo pêkanîna rengekî ji rengên hevgirtêna hemî rêxistinên kurdî vexwendî hevdîtinekî fereh kir, bi erêkirina hemî hevalên wî yên komîtîya navenda bilind. Pishtî mesha meya yekem li bonê sala 1995an min jêre got, tu c,awa dibîne c,alakîyên me li ewrupa, wî gute min gelekî bashe lê belê gelê me li vire ne li wire, ew gelekî bi tirsbu ku rîcîma dev bu xun rîcîma baesî fashist, bi tondî û bi dijwarî bic,e ser gelê kurd pishtî ew c,alakîyên berc,av ku hatin kirin li ewrupa. Wî digot ku gelê kurd bê pishte bê xwedî ye dostên alîkar jêre nînin, lewre gereke em gelekî shîyarbin gelê xwe nekine devê topê . wi digot ku tenha em karibin di vê qonaxê de gelê xwe biparêzn ji qirkirinê, ew bi xwe rengek ji rengên serkeftinê ye. Lê belê pistî ev guhurtinên dawîyê ku li roj hilata navîn qewimîne, mi jê pirsîya shêx tu dibîne bi vê rengê xebata îro, magelo kurd wê karibin hinek ji mafên xwe yên netew bi dest xwe xînin? wî gote min na. Pê divê ku xebata kurdan li gor demê we re li darxistin. Xweshk û birayên hêca: ev kesên hulo wê bimînin fener herdem shewq û shepalên xwe bidne rîya gel, u wan ji shevên tarî biparêzin. Buhushta bilind cî û warê tebe, u hezar hezar mêhrebanî li gora te be- ey hevalê doza welat - ey hevalê rojên xebat ey hevalê derd û kulan - ey hevalê rêya azad her bijî li koshkê dilan - ey hevalê barê giran weke te kêm mi dîtin - dilovan û xwesh agîdin partîzan ashtî xweazin - welat parêz û dil sozin tu carî em tej bîra nakin - fîrdews û mewa warê tebin
10.05.2008
Îbrahîm hamo Endamê encomena seraketî ya PDK-S
|
|
|||