|
|||
|
Partî Demokratî Kurdistanî Sûrîye الحزب الديمقراطي الكردستاني ـ سوريا الديمقراطية لســـــــــــــوريا والفيدرالية لكردستان سوريا ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ daxuyanî KDP-S Roja newrozê li gelê kurdistanê û hemî gelên cîhanê pîroz dike, û bejna xwe li ber gîyanê hersê shehîdên newrozê yên pakrewan xwar dike, û xweshîyê ji birîndara re dixazê. Xushk û birayên xweshewîst: Ev roja nuh em bi dil û can li we û li gelê meyî kurdistanê pirozdikin,ji 2620 salan virve ev roja dîrokî ji buna kurdan nîshana serfirazî yê û simbola azadî ye, lewra kurdan fidana vê rojê di dîrokê de her dem bi xwena xwe ya qirmizî avdane, ji bilî gelek sedemên giran biha yên dijî bi vê rojê ve hatine girêdan,wek xalên aborî û olî û civakî û dîrokî û dimugrafî û olî. U her weha taybetîyeke meha avdarê jî bi gelemperî li ba kurdan cihê xwe girtîye, ev meh li alîkî ve meha derd û kul êsh û birînaye û ji alyê dive maha serhildan û serfirazî û ashîtî û shahî ye. Bê guman û vê tirs em karin bêjin ku ev meh meha kurdane. têde hinek shureshên kurda tê c,une, û hinek serhildan bi serkeftine, xweshî û nexweshî yê gelê me bêhtir di vê mehê de qewimîne. Serhildana 12yê avdarê sala 2004de li qamîshloka rengîn dest pêkirîye, û di roj û shevekê de li hemî xaka basurê bi c,kê kurdistanê ronahî û berhem û sud daye, Ew serhildana ku birêzîtîya vî gelî li ba dost û neyaran bi hevre cih girtî, lewre nirxên bilind jê hatine girtin li ba hemî kesên nishtîman perwer û welat parêz. Rîjîmê baesî qirêj di vê sersala kurdayî nuh de jî nehêsht kurd vê roja xweyî pîroz bê xwen û bê qurban, û bi rengekî shadî biborînin , dusa bi hofîtî hêzên baesî ewlekar bi guleyên zindî cuwanên meyî kurd li qamîshloka rengîn gule barankirin di sheva newrozêde li ber agirê newrozê. Mebesta rêcîmê sîtemkar ji eva bu ku shahîya newrozê li kurdan bike yasî û shadî û kurd hino hino ji newrozê shunde vegerin, c,unkê ew bash dizanin ku wetayên newrozê pir bilind li ba kurdan hene. newroz ne tenha dîlan û shadîye ji bo vê yekê jî hewl didin ku kendalekî bilind di navberê kurda û newroza wande avakin. lewre dihate xastin ku kurda birengekî hêztir newroz pîrzkiribana, c,nkî em bash dizanin ku wek hunermendê kurda nemir muhemd shêxo gotî qeleng xune ne gewher. Em hofîtîya rîjîmê beshar al ased sermeza dikin û di bêjin xwena kurdan bihaye ne arzane, rojên te hindik mane û lîsteyên te yên dayînê dirêj bune û rojên te yên pêshve rojen gelekî resh û tarîne û dadgehên vî gelî wê pirsên giran ji te bikin lê em nizanin bersivên te wê c,bin. Silav û sed silav li gîyanên shehîdên newrozê yên pakrewan er. Yasayî ji malbatên shehîdan re. û ji gelê meyî kurd li hemî deverên cîhanê re. Serkeftin ji pirsgiraka kurdan re. Bijî kurd bijî kurdistan. Bimre neyarên kurda. Bikeve sîtemkar û dagir ker. 22.3.2008 Encumena Seraketî Partî Dîmuqratî Kurdistanî Surye
|
|
||