Partî Demokratî Kurdistanî Sûrîye            الحزب الديمقراطي الكردستاني ـ سوريا

الديمقراطية لســـــــــــــوريا والفيدرالية لكردستان سوريا

ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

GUTINA
KDP-S Û BG û RN li sûrya
Di bîranîna salvegerîya 5 ya shêxê shehîdên (K. S) Mashoq Elxeznewî de



Destpêkê sipasîya rêxistina elmanya PYK dikim ji bu ev calakîyên wan.
Û rêz û silavên me pêshkêshî mîvanên hêca û bi اrumet dikim.
Ey shehîdên meyên nemir:
Herdem hunê bijîn di koshka dilê herkesekî nishtîman perwer welat parêz de, tu caran nayên ji bîrakirin, ji ber ku bihatirîn hebuna xwe , we kire gorî welat û gelê xwe, ma gelo comerdî û mêranî ji dandina gîyanên pakrewan gewretir c,i heye?!
Ey mashoq Rojekê te gotîbu: ey ferhad ne tenha ew berpirsyarin diber binaxkirina tede, em jî bi wanre hevparin, ji ber ku em li te xudî bi der neketin.
Emjî welo dibêjin ey shehîdên meyên qehreman, em di derheqê weda gunehkarin, ji bo me nikarîbo xwenxar û xunmijên we û yên gelê we, berpirsyar û dev bixun û shermeza nîshanî gelê cîhanê bidana, û tol ji wan bjgirta.

Xushk û birayên hêca: ey kurdên nishtîmanperwer, c,ênabe xunên shehîdên me windabibe, divê ku pirsa wan bête shopandin, û ji rîcîma baisî fashist bersiv were girtin, ma gelo xuna shehîdên meyên qehreman, û jîyana girtî ashitîxwaz, û rêberên duza gelê me gelekî erzane?!, ku rîcîma suryê xunmij meydana kurdan kirîye gewira hespan lê cirîtê dike, û her weha bê tirs û bê fedî û bê shermî, hebuna bêhtirîn 3 melyon mirovên me tunedike.

Ey siyasetmedar û zaneyên kurdan , ma qey ta kingê emê vê sîtemkarîyê û vê jîyana resh û tarî û xiniz bi bipejirînin, û c,avên xwe li ser bidne alî.

Bese xinizî: birano dema ku mirov tunebe, kesek wî nabîne, hebuna rîcîma necadperest, ji tunebuna liberrabundarên(kurd û areb)pêk hatîye.
em bawerin qonaxa li pêsh hêrima rojhalata navîn, qonaxeke giringe, kesên têkihîshtî dibînin hêrim li ser sêleke sor dikele, c,inkî rîcîama tehranê mêjoavêtî, ewa ku rîcêma surye kabikan li ser pishtê davêje, xuyadike wekhevîyek di polîtîka wan û ya dîktatorê êraqê bi darketî sedamê tekrîtîde heye, û berê xwe daye c,ekên atum bides xwexîne, lewre emerîka û dewletên di hevkarîya wêda, têne binzorkirin ta sherekî ne dur li hêrimê dest pêbikin, di bawerîya meda ev sher wê dijwartirî sherê bisedamrabe, bê guman guhurtineke wê bête hêrima rojhilata navîn, ma gelo wek nunerên kurdan, yan muareza surya bitevyî ji vê rojê re tishtek amedekirine?! yan wek hemî caran nîc,îrê di ber mera bibure û hîna em razayîne .?!
Ev pirs herkesekî welat parêz dibe li ber raweste, û bersiva wê bide.

Birano derfet û ferssendên serkeftinê herdem nakevin destên mirova, lewma pêwîste mirov jêre amedekar be, û destê wî liser nîshanê be, dema bête ber, gerek ew shîyar be, ta ku nîc,îr ji dest windanebe .

Ger em doza shehîd û girtîyên gelê xwe dishopînin, dibe ku em karekî rast û dirist bikin, û em bercewendîyên xweyî kesayetî nedin pêsh bercewendîyên gelê xwe, tenha mafên kurd û kurdistanê bidne ber c,avan, û ji xwe re bikne armanc û doz.
Buhusht bixinizî bi me nabe, lê bi serfîrazî agir bi me dibe buhusht.

Hezar dilovanî li gîynê shîdên meyên pakrewan.
Bijî kurd, bijî kurdistan.
Bimre koletî, bimre xinizî.
6.6.2010 dortmund partî dîmuqratî kurdistanî – surya
Û berîya guhurtin û rêkeftina nishtîmanî li surya

 

     

 

Link

News

Kdps

Gotar

Wêne

Stran

Têkilî

أتصل بنا

أغاني

صـور

مقالات

ك.د.ب.س

أخبار

مواقع الكترونية