|
|||
|
Partî Demokratî Kurdistanî Sûrîye الحزب الديمقراطي الكردستاني ـ سوريا الديمقراطية لســـــــــــــوريا والفيدرالية لكردستان سوريا ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Gotina PDKS di Sêsal borîya di ser koc,barkirina shêxê shehîdan muhemmed maeshoq alxeznewî. "ولاتحسبن الذين قتلوا في سبيل الله أمواتاً بل أحياء عند ربهم يرزقون" 169 آل عمران Xushk û birayên xweshewîst: Gelê kurd wek hemî gelan kesên wê dîrokî hene, pê herdem ser bilindin, wek shehîdê welat shêx saîdê pîran serokê shoresha 1925, wek qadî muhmmed serokê komara mahabadê 1946, wek seyêd rizayê dêrsimî, wek nemirê gewre mustefayê barzanî, û li dawyê shêxê shehidan muhammad mashoq al xeznewî. Berî sê salan muhammad mashoq bizanistî gîyanê xweyî pakrewan kire gorî kurd û kurdistanê, c,unkê ew zanedarên gewre bash dizanin ku mirin careke ne ducarin, lewre ew bi comerdî rihê xwe dîyarî rastîya gel û welatê xwe dikin, bê guman shêxê shehîdan bi xuna xweya pîroz, dara jîyana gelê xwe avda, û rîya azadîyê û serfirazîyê bi rengekî dirist nîshanî gelê kurd de,vêca gerekî pê heye ku wek dibistaneke gewre, yan zangoyeke bilind, em lê meyze bikin, ta ku em karibin jê sud û meywe bigrin. Xusk û birayên hêca: Pirs eve ma gelo me wek krdên welatparêz û wek sîyasetmedaran karîbo berhemên wanî birumet bidîtana yan na? Mashoq daye xuyakirin ku, rêya azadîyê rêya dandinêye ne rêya istandinêye, doza fîdekarî û comerdî û pêlêkirina bercewendîyên kesayetî û eshîrtî û rêxistitî ye, xushk û birayên hêca: ger merov nikaribe xwe bighîne radeyên ev kesên dîrokî yên bilind, bihindikayî wek evîndaran wek dil sozan xwe ji wan re nîshan bidin, lê dema ku merov axaftinin ku ji qedrê wan kêm bike, bîne ziman, ew rureshîyeke gelekî mezine li herdo cîhana. Xushk û birayên hêja: Di nirîna minde shêxê shehîdan dema ku doza shehadetê da ber xwe: dixast vê nameyê ji me re birêke: 1- ew kesên daxwazîya mafên gelan dikin, herdem serên wan bilindin li hember neyar û xunmij û sîtemkaran, tu caran nizim nabin, ji ber ku ew xudî mafin, û kesên xwe bi c,uk bidne nîshandan li ber c,avên dujmin ew nikarin pirsgirêka gelan c,areserbikin. 2-ew tu carî ji girtin û kushtinê natirsin, c,unkî ew di gava yekem de, bash dizanin ku rêya doza welat rêya pejirandina zîwan û zehmetkêshî ye. 3- muhemmed mashoq xaste bêje sextekarên musulmanên arab û turk û farêsan, we dînê îslamî kirîye shur û mertal pê serên kurdan difirînin, wîn derewc,înin wîn ne muslîmanin durustin, û ji kurdên bi navê islamîyetê têne xapandin û derveyî refê xebatkarên welatê xwe dic,in re dibêje, wîn jî muslîmanên bê bawerîya rastin. ji ber ku pêximber dibêje kesên mumîn ducaran ji deverekê meer pê venade, lê belê fashistên turk û ereb û faris herdem bi vî navî bi we û bi gelê we yadane, û her weha dixast ji kesên ku bîr û bawerîyên gelê xwe bê rêzîtî û bê hurmetî li hemberê radiwestin re bêje, xerapîya we jî ne kêmtirî xerapîyên neyarê doza welatê kurdin, c,unkî hun dibine alikar c,i bizanabun û c,i bê zanabun ji hevxistin û pare pare kirina yekîtîya civaka kurdî û belavkirina hêzên kurdî ra. 4- m. mashoq dixast bixuna xwe ya qirmizî, yekîtîya gelê xwe yê bindest pêk bîne. Xushk û birayên xweshewîst: de ka em bîranîna roja koc,barkirina shehîdê xwe yê nemir, bikne qonaxa lêvegereke nishtîmanperwerî û sedema hevgirtineke birêk û pêk, û serkeftî, ji bo bi desxistina mafên gelê xweyî belengaz. Bijî kurd bijî kurdistan Bimrin neyarên rastîya mafên gelê kurd dortmund 7:6:2008 Encomena seraketîya P D K S
|
|
||