|
|||||
|
Semînarê ku li malpera newrozê li darketî di 2.11.2007 de li ser êrisha hêzên leshkerên turk li bashurî kurdistanê
Ji demekê virve pishtî ku partîya edalet û tenmîye gihîste desthilatîya dewleta turkyê. Generalên leshkerên wan mêjoyê xwe avêtin, û har û dîn bun, bi teybat pishtî hilbijartina perlemnnto ya dawyê, ji ber ku ev partî c,end ji sedîyek bilind ji êjmarên perlementêran anîn, û her weha karibun serektîya komara turkyê jî bi des xwe xinin.
hinek gotinin din jî hatne ziman, wek daxwazîya guhartinê di mufirkên destora trkyê da – nêmone- serokê komarê ji alyê gel ve dîrêkt bête hilbijartin, ne wek berê ji alyê perlemanto ve be.
her weha ser leshkeran gelek bercewendîyên teybet jî ji des wan derketin, û roj bi roj rola wan di keft û lefta kar û barên polotîkî û aborî de sist dibe, û ew bash têde digihîshtin ku dem ne ew dema karibin wek ku berê dikirin bi rêya wergerandineke leshkerî hemî mofirkên dewletê careke din têxinin nav lepên xwe, lewra hewildan ku hinek engel bixine pêsh liva encumena wîzaretê ta ku tevlihevîyek bête holê, û ev wîzareta nuh bi seraketîya erdoxan nikaribe soz û peymanên dane gel (wek c,areserî dîtin ji hinek problêma re) bi cîh bînin .
Ji ber vê yekê serleshkerên turk hinek sedem ji bin xakê bi derxistin, wek daxwazîya despêkirina sherekî dijî hêrima kurdistana êraqê, bi newane û merema qirkirina pkkê .
Lê birastî eve dereweke gewreye c,unkî serleshkerin turk berî hemî kesî bash dizanin ku ew bi dehên caran c,une ser pkk di hêrima bashorî kurditande, û hinek caran bi alikarîya hêzên kurdistanî yên dî, û nikarîbon pkk ji holê bidne alî, bê guman ev car jî wê wek hemî caranbe. ewne wê nikaribin tu c,areserîyeke leshkerî jêre bibînin Bashe dema ku ewne nikarin ti runî bi ser dew xînin di vê pirsgirêkê de, ma gelo ji bo c,i vê xirapîyê di derheqê gelê xwe û gelê mey kurd û hemî gelên hêrimê de dikin.
Eve pirseke pêwîste pê divê ku em bash li ser rawestin û karibin bersiva wê bi ronakî bidin, û her weha karibin jê sudbigrin, bihêvîya dîtina careserîyeke ji ev pirsgirêka dijware.
Ser leshkerên turk bash tê de digihînin ku c,andîya turkan liser neyartîya bi gelan re û bi teybat bi gelê mey kurdre hatîye avakirin. lewre ewê karibin bêguman bi hesani bi sedema sherekî li hember gelê mey kurd hemî nijad perestên turk, û gurên guh pîj li derdora xwe bicivînin, û her weha Hewl diden ku:
1- ew karibin bercewendîyên xwe yên teybet bi vî rengî ji nav lepên sifîlan û partîya edalet û tenmîye bi derxînin.
2- herweha wê karibin vê partyê bê hemdî wê kashî deverên ku ew dixazin bikin.
3- wê karibin li xwe vegerek emrîkî ber guhdaneke leshkerî turkî rakêshkin. 4- wê karibin rê li ber kar û barê encumena wîzaretê bigrin. 5- wê bihêlin biryara kongirêsa emrîkî di derbahî qirkirina ermenya da raweste.
6- belkî karibin madeya 140 ji bo kerkokê rê li ber bigrin, yan jî bi hindikayî demekê bi shunve bidin.
7- dema ku ji wan bê, ewê nehêlin ev tecrîbeya fidrala dîmuqrat li bashorî kurdistan bic,e serî, û bibe nêmoneyek li hêrima rojhilata navîn, û biteybat li hundir sînorê turkyê, ji ber ku ew welo ramandikin ku hebuna gelên din yanî tinebuna wane, û dema ku ew hebin divê gelên dî tunebin, lewre gef gurrên wan roj bi roj fehtir dibin û biryara enbarên dijwar li serê gelên me pêk tînin.
dîroka wan evaye ji dema ku walîyê bessrê kesin ji wan kirîyan wek kolan ji deshtên tîyan shîan ji menxolya li nîzîkî sînora c,înê û ew xistin ber derîyên zîndana û ewne kirin berpirsyarên îshkencê kesên binc,avkirî û di dema ebasyande gelek ji wan hatin kirîn ji bo ku bi wan rê li ber hêzen shoreshger yên ku sherê ebaîsyan dikirin bigrin.
Ew shoreshan bipiranîya xwe shoreshên kurdanbun wek shoresha caeferê dasnî û ewne bash bi kar anîn ji bu roxandina medenîyeta buweyhîyan û lorîyan û merwanîyan ewnê ku navê dîar bekirê bi navê mîrê xwe shêx bekir bi navkirin .
Di bin zordarîya gef û gurran û c,av sorkirin û qirkirinê de, bikaribin hinek daxwazîyên xwe pêk bînin. Belkî yek jê ewbe bi alikarîya emrîkî karibin têkevne yekîtîya ewripî bê ku li shert û mercên ewripîya bipirsin, û ruleke hêztir di herima rojhilata navîn de bilîzin.
Wek ku hate xweyakirin emerîka wek dewleteke dagirkir li êraqê naxazê ku bi turkyêre teng bike di ev qonaxa giring ku pirojeya wê ji rojhilateke gewre re dilukume, û her weha bê guman bercewendîyên wê yî netew berî hemî tishtane, yanê soz û peyman di warê sîyasîde ne gelekî giringin li hember bercewendîyan.
Ma gelo polîtîka kurdan li hember lîstokên kishandina kêndir û ben û werîsan de, gerek c,i be.
Serokê hêrima kurdistanê birêz mesud barzanî û serok komara êraqê bi rêz mam celal, herdukan bi mêrantî ber siva erdoxan dan ku em hevalên pkk naxînin nav lepên turkan, û ewe xewne ji were û emê pisîkekê jî nekine nav destên we, lê belê emê tu carî rê nedine leshkerên turka yan jî gerîlayên pkk ku me bikshînin sherekî tishtekî me têde nîne. Ji alyê dive erdoxan duxaze ku pkk û hêrima kurdistanê bi hevre têxîne qufkekê, lewre ew dibêje ku mesud barzanî di alikarîya pkkê daye.
Birano wek ku serpêhatîya kurdî dibêjê sed stranên hirc,ê hene, hemî li ser hulyê ne.
Yanê stranênnijadperestên turk û ereb û farîsan bê guman li ser hemi kurdane, û biteybat di rojane da li serê bashorî kurdistane, c,unkî fenera kurdan îro li wêde shewq û shepalê dide, lewre ew hewl diden ku bi c,i awayîbe karibin wê shewqê vemrînin.
Birano wek ku hun bitevayî dizanin, polîtîk hunera kar û barên mumkîne, c,ê nabe ku em bi gurmistê bibezine dirêshê, ji bo wê jî pê divê ku em zîyana gewre bi zîwana bi c,uk bidne alî, yan bercewendîyên mezin bi têvedana bercewendîyên bi c,uk biparêzin.
Ev roj li bashorî kurdistan, hêrimeke fidral heye, û herweha perlemento û seraketîya hêrimê jî heye, ev hebun pêwîste were parastn, û bi alikarîya hemî kurdên nishtîman perwer li hemî beshên kurdistanê, c,unkê ewe dibe motikek ji bo kurdistana gewre. Ji ber wê yekê wê gelekî shash be dema ku tekelîyên bilind di navbera kurdên bashor û kurdên beshên dinde tinebin, emê nikaribin ew qonaxên dijwar di roje pêshê de derbazkin.
Di raya minde gerek ser hêzên pkkê yên leshkerî ev merema turkan ku wan dikin sedema wê êrishê puc,bikin û rê li ber bigrin, ta ku armancên wanî qirêj bêne beravêtin û ewne nebin sedema vê êrîsha ku em gish dizanin armancjê ne pkkye lê belê tar û markiran kurdistana fidrale û ji bo vê divê ko ew pêlana turkan vala bi derxînin, û pishtre ji her buyerekê re gotinik heye.
Zor sipas ji guhdarîya we re
|
|||||