Ta kangê

Hejaro 

 Ta kange,

emê hêsîrê tirsa tirsonekan bin

di welatê xweda hêsîr bin

hêsîrên zimanên bîyanî

hêsîrê kultûrê Ogalan bin

hêsîrê derew û fortan bin.

dem dibuhurin

sal derbasdibin

xwen ziwa dimînin

lê hîn dawî li virran ne hatiye.

Ta kege,

wê xew di şevbuhêrkê meda serxweş bimîne,

û wê axa me,

 bi gemara şofînîstan binale,

û wê zimanê me,

bê dibistan li kolanan bê xwedî baxive.

Ta kengê,

emê bê bersîv bin

an kî wê bersîva me bide

an kî amadeye ji bo,

pirsan

ji bo ,

bersîvan

ew kîne rêberê kurd

likolanên ,

Qamişlo ,

Efrin ,

Kobanê

Ew kîne merdên kurd

Xewnan şirove bikin

Bersîvan bidin

Dîrokê binivîsînin

Barê rastîyê hilgirin.

Ta kengê

Wê emê bê rêber bin

Di welatê xweda pergende bin.

Ta kengê

Wê sitemkarîya rijîma behsîyan

Rijîma tirsonek

Rijima bê bav

Rijima xwînxwar ,

ku xwîna leşgerê kurd ,

bê ûjdan vexwar û vedie,

ta kengê ,

wê zimanê me

ala me ,

histixwar bimîne .

ta kengê

emê hêvîkin, û hêvîya kê bikin.

 Hejaro  24.09.09

 

 
Link

News

Kdps

Gotar

Wêne

Stran

Têkilî

أتصل بنا

أغاني

صـور

مقالات

ك.د.ب.س

أخبار

مواقع الكترونية