Gelo Kurdên Sûrîyê çi dixwazin.

 Hejaro

Gava kurd nizaniben, an newêriben bêjin em çi dixwazin,wê demê tu armanc nayên bi destxistin.Li gor zanistîyên cîhanî, di warê mafên çarenosîda ji bo gelê kurd çi par dikeve.

Wekî tê zanîn û wekî dîrokvanê cîhanê tînin ziman, ku kurd ji pê mayên medya û mezeropotamiyane. Ango xwedan dîrok û maf û zemînin. Ji ber vê yekê, tê xwestin ku kurd baş dizanibin mavê xwe bixwazin.

Li ser gotara Şêrwan Menan, di gemiya kurd da hatibü weşandin.

Di gotara wî hatibû ziman, cima Sûrî dixwaze nasnameyê bide Erebê Colanê. Lê gelek kurd bê nasnamene, an  Çima Sûrî liser rewşa wan tiştekî nabêje, an çima wê problêmê çaresernake.

Lê ez dikarim bêjim, bi rêz Şêrwan, ta niha kurdan tu sîyaset bi merdî serast serat nekirine, û nifşê pêşe roje bi merdî perwerde nekirine. Perwerda hatikirin perwerda tirsonekanbû. Bi taybetî li rojavayê kurdistan. Ji ber vê yekê diktatorîya  Sûrîyê tu caran mafê Gelê kurd wiha bi hêsanî bi nav nake. Ez nabêjim gelê kurd kar ji bo kurdan nekirine, lê ez dibêjim ew karê hatî kirin an tê kirin ne hêjaya serkeftinêye.

Ji Kurdan tê xwestin ku di dema îro da, ji her demê bêhtir dikaribin mafê xwe bixwazin û doza xwe bi cihanê bidin nasîn.Le vir dîsa bêjim ne tenê mafê xwe bixwazin,Giringe ku bi merdî doza kurd bînin meydanê. Lê mexabin ta vê qonaxê ew kar xwe pêşva nedaye.dîsa dibêjim mexabin ta îro tu dibistanê kurdî yê ku partîzanên durust û merd jê werin perwerdekirin peydanebûne. Ji ber vê yekê kurdên başûrê rojavayê kurdistan bê care mane.

Ew partîyên kurd, yên li başûrê rojavayê kurdistan,

Ew Nizanin, an newêrin bêjin, bi rastî ew çi dixwazin.

Desthilateke fedral ji bo kurdan dixwazin, an

nasnameya kurdî dixwazin, an

kurdistanek serbixwe dixwazin,

An ew mafê çandî ji bo gelê kurd li hindir Sûrîyê dixwazin. Wekî ku gelek partîyen kurd li hindir sûrîyê wê dixwazin.

Pirs gelekin, lê bê bersîvin.

Bîr û bawerîya min ewe, gava ku hêzek bi rastî werê medanê û karê bi merdî hilgire ser milê xwe,wê kurd hemî piştgirîya wê bikin. Ji ber ku Sîyaseta kurdan li hindir Sûrîyê sîyaseteke kesayetî û tirsoneke.

 Hejaro   29.09.09

 

 
Link

News

Kdps

Gotar

Wêne

Stran

Têkilî

أتصل بنا

أغاني

صـور

مقالات

ك.د.ب.س

أخبار

مواقع الكترونية