|
|||||
|
Hê Zîndan
Hê Zîndan Zîndan de bêje Kî berxwedanê, jîyanê şoreşê dîroka mezerbotamîya li ser dîwarên te dineqişîne û bi kilê çavê te rengîn dike û rûyê sitemkaran pê reşdike. Zindan de bêje, Ka çend Partîzan şorişger rêber serok Di nav bêna çar diwaran da, di bin tarîya reşda, di nav bêna berxwedanê û jîyanê da Bihna gulên buharê dikin Û ji bê dengîya dîwarên teyên lal Ey reqib dixwînin. Zindan de bêje Ka çend bawermend, Bi navê azadîyê Bi navê mêdiya Bi ser bilindî Bi dengê bilind Tirsa şofînî şermezar dikin. ji pirûncekên bi qirêj sitemkarên beh,sîyan şofînîyên Eraban tirkan farisan û dikarin Azadîyê ji gîyanê asoyê bigvişin. Zindan de bêje Bila dîwarên te yên lal biqîrin dadgehvanên te biqirin, rûpelên teyên tarî biçirin, rijîmên gemarî bimirin, bîngehên dojeya te hilweşin, dîwarên Azadîyê, ji baskên mazarpotamiya, xwe bi ser Azîmanê tera vergrin, û nifşê te ruhnî bike. Zindan de bêje Bê şerm, bila Cihan bibhîze tirs xwe bikuje dîrok serî hilde rastî xwe bipesinîne. 21.05.09 Hejaro |
|||||