Bila bimre rijima şofînîyê behsî li Sûrîyê



Ev mesaca ji rijîma behsîyên şofînî Sûrî ra. Ez dengê xwe tevî berxwedana li zindanên Kurdistanê dikim, bi taybetî berxwedana li zindanên kurdistana Sûrîyê. Bila ew behsîyê şofînî baş dizanibin ku gelê Kurd nema tê wendakirin û nema tê qirkirin, bila ew baş dizanibin ku rojeke reş ji bo wan wê werêye. Roj bi roj bêhtir dibe, ew girtina endamên partîzan, ew endamên ku bi rastî doza mafê gelê kurd diparêzin. Ev karê girtina Partîzanan, ew şermezarîkî mezine bi navê mirovatîyê, bi nave dîrokê, û bi nave kesayetîya kurdî.
Rojekê leşgerê Kurdan tên kuştin,û rojekê endamên Partîyan tên girtin, û rojekê şêxê Kurdan tên revandin û tên kuştin, û rojekê biryarên şofînî bi mafê kurdan tên derxistin. Ev sitemkarî nê ji bîrkirin ey rijîma şofînî. Çiqasî ku sitemkarî bi mafê gelê kurd were kirin, û weqasîjî kurd qîmeta vê rijîmê wekî qunderêwe xwe nabînin.
Ji ber vekê, ez banga xwe li hemî welat parêzê kurdiatanê dikim, dive em ti carî dengê xwe li hember dijmin bêzar û melûl nebînin, û ne yek sanî û ne yek deqe dive em her dem bi bawerîbin.Gelê kurd divê bawerîya me ji sitemkarîya dijmin mestirbe, ta ku em dikaribin zora wan bibin.
Bila bimre şofînîtî
Bila bimre sitemkarî
Her bijî kurd û Kurdistan.

15.11.09
Hejaro

 

 
Link

News

Kdps

Gotar

Wêne

Stran

Têkilî

أتصل بنا

أغاني

صـور

مقالات

ك.د.ب.س

أخبار

مواقع الكترونية