Di nîvê şevê da
şano

Bassam cedu   

12.06.2007


( Zêneb jinek sî û bênc saliye, li ser sehnê li paş masekê

runiştiye û tiştekî dinivîsînê , li ser sehnê bi awayekî giştî

tariye , lê hema tenê li ser Zênebê ronahî heye , Zêneb tiştê

ko dinivîsînê bi dengekî bilind dixûnê)

Zêneb: tevî hemû hewldanên Hesen ko tirs û bê hêvîtiya

xwe ji jina xwe Nisrîn veşêre hemû tişt li ser rûyê wî

da dîyar bû .

Hesen bi dengekî nizim ji Nisrînê re dibêjê: nuha gereke

ez biçim ,ez nikarim ji wisa pêtir li malê bimînim... çimkî

ez ditirsim ew bê namûsa werin û min bigirin ,ez tenê

hatim ji bo ez xatirê xwe ji te bixwzim , çimkî dibê ko

em hevdû demekê nebînin .

Nisrîn bi dengekî xeniqî ji Hesen re dibêjê: ma tê kû va

biçê.

Hesen :ez nuha bi xwe nizanim,lê hema bê gûman ezê

piştira xeberê xwe bigihêjîm te ,tu qet xema min

rameke tenê tu li xwe û zarokan miqetebe.

(Zêneb demekê kurt dest ji nîvîsandinê berdide û difikire

û piştre ji nuh va vedigere nîvîsandinê, û dîsa dixûnê)

Di vê demê da bi awayek xort û bi hêrs li derî hewşê

didin .

Hesen û Nisrînê li çavê hev dû dinêrin ,Hesen dibêjê

bê gûman ewin .

Lê hema dengê derî her diçê xort û bi hêrstir dibê.

Nisrîn dibêjê ez derî vekim.

(em dengê mêrekî ji nav tariyê sehnê guhdardikin)

Hesen: na ...na reweste .

(Zêneb gelek ditirsê û dest ji nîvîsandinê berdidê )

Zêneb: ev deng ji kû hat ?

(bi tirs) kî li vir heye?

( Hesen mêrek çel saliye ji nav tariya sehnê dirdikevê .

Tirsa Zênebê her diçê xort dibê)

Hesen: ev ezim wisa gelegî metirse.

Zêneb: tu...tu..tu kiya ...tu çawa derbasî malê bû?

Hesen: ma mirov wisa mîvanê xwe pêşwazî dikê?

(êdî nema Zêneb zanê çi bikê)

Zêneb: li... li ciyê xwe raweste...tu çi ji min dixwazê ?

Hesen: ez hesenim te ez nasnekirim ?

Zêneb: hesen kiye ez te nasnakim bi lez ji malê derkeve.

Hesen: eger tu baş bifikirê bê gûman tê min nasbikê.

Zêneb: bê gûman tu dizî ...

Hesen: mêjiyê te gelek dûr çû .

Zêneb: ez ji te re dibêjim bi lez ji mala min derkev ... berî ko ez

telefonî polîsan bikim.

Hesen: ez nizanim çima tu her dem dixwazê min bidê destî

dewletê?

Zêneb: ez te nasnakim ...bêje tu çi dixwazê yan jî ji mala min

derkev.

Hesen: ma tu nahêlê ez ji te re bêjim ez çi dixwazim.

Zêneb: fermo..lê hema bi lez .

Hesen: ez...

Zêneb: tu Hesenî ...piştire tu çi dixwazê?

Hesen: wek min ji te re got ez Hesenim qehramanê çîroka te .

Zêneb: çîrok...çîroka çi ?

Hesen: tenê bihêle ez gotinên xwe bi dawî bikim.

Zêneb: fermo .

Hesen: ez Hesenim qeremanê çîrokê te ya ko nuh tu dinivîsînê,

te naskir ?

Zêneb: yanî tu dixwazê bêjê tu....

Hesen: belê temam wisa.

(Zêneb matmayî dibê )

Zêneb: lê hema ... lê hema....çawa keseyetiyek di çîrokê da

wisa ji nav rûpelan dirkevê û bi min re bipeyîvê çawa ?

Hesen: ezê tiştekî ji te re bêjim were û destê xwe bide destê

min wê demê te bizanibê ko ez xeyalekim ji xeyalên serî

te me

( Zêneb bi tirs tê cem Hesen û destê wî digirê û bi lez

destê xwe ji destê Hesen dikişînê )

Zêneb: bêgûman ez dîn bûme.....çawa....

Hesen: pirsa girîng çima ez ji nav rûpelan derketim ne çawa

Zêneb: çima tu ...

Hesen: ez ji nav rûpelan derketjm ji bo ez şaşbûna te pêş te

kim .

Zêneb: şaşbûna çi ?

Hesen: şaşbûna ko tu kê di nîvîsandina çîrokê da bikê .

Zêneb: çîrokê....

Hesen: belê di çîrokê da ...nuha tu di nîvîsandê çîrok xwe gihîştî

kû ?

Zêneb: ez gihîştime ...ez gihîştime....

Hesen: ezê ji te re bêjim tu gihîştî kû...tu gihîştî demê ko Hesen

yanî ez têm malê ji bo ez xatirê xwe ji jina xwe bixwazjm

û wê demê hêzên ewlakariyê tên û li derî hewşê didin

Zêneb: belê belê raste

Hesen: raste...bi va awayî hêzên ewlakariyê wê min bigirin...?

Zêneb: temam

Hesen: temam....di çîrokê da hêzên ewlakariyê sûrî min digirin..?

Zêneb: belê min çîrok bi va rengî amede kirî ; hêzên ewlakariyê

te digirin û tu di bin lêdana wan şehîd dibê.

Hesen: çawa çawa çawa ez di bin lêdana hêzên ewlakariyê sûrî

şehîd dibim ?

Zêneb: belê

Hesen: weyî mala te ne ava ...ma tu hêzên ewlakariyê sûrî

nas nakê bi namûs wê min hûrhûrî bikin ma tu ji xwdê

natirsê....na na ez rica ji te dikim dawiya çîrokê biguhre

Zêneb: min çîrok bi va awayî amede kirî çimkî armancek min

li paş vê yekê heye

Hesen: armanca te di paş hûrkirina goştê min bi destê hêzên

ewlakariya sûrî gelo çîye ?

Zêneb: armanca min ez hvîtiya dewleta sûrî aşkerebim.

Hesen: hvîtiya dewleta sûrî berê aşkereye bawerke qet pêwîstî

bi çîroka te nîna

Zêneb: ev nirîna teye

Hesen: na ev rastiye û gereke tu vê rastiyê di ber cavên xwe

re dirbaskê

Zêneb: li gor min ne wisa ye

Hesen: çawa ?

Zêneb: yanî ezê çîrokê binivîsînim wek ez dixwazim

Hesen: ez jî qeramanê çîrokê ma û ez wisa qebûl nakim

Zêneb: tu qebûl dikê tu qebûl nakê ji min re ne xema

Hesen: eger tu dixwazê min di çîrokê da bikê şehîd ne xema lê

hema bi rengekî dî

Zêneb: çawa ?

Hesen: yanî wek tu zanê di 12 adarê da çiqas xort keçê ma

li kulanê qamşlo û efrînê û bajarê dî da bi gulên hêzên

dewletê şehîd bûn ; min bike yek ji wan ne baştire; wisa

çîrok te baş tirbê

Zêneb: nuha tu çima dixwazê ez çîrokê biguherê ?

Hesen: heya nuha tu nizanê çima.....me ji te re got ma tu hêzên

ewlakariye sûrî nasnakê ; ji bo xwdê tu bi çi rengî min

dikê şehîd bike lê hema di bin lêdana wan na na û hezar

carî na.

Zêneb: lê hema wek min ji te re got armancek li paş ve yekê

heye

Hesen: min jî ji te re got hemû kes hûvîtiya dewletê sûrî nasdikê

bi namûs pêwîstî bi çîroka te nîna

Zênebb: min jî ji te re got ev nirîna te ye

Hesen: yanî dawî ya dawî

Zêneb: ezê çîrokê wek ez dixwazim binivîsîm

Hesen: lê hema ez nahêlim tu wisa bikê

Zêneb: çawa

Hesen: ezê te bikûjim bi namûs ezê tebikûjim

( Zêneb dikenê )

Zêneb: te xwe ji bîrkirî ...tu xeyalî xeyal tu nikarê tiştekî bikê

Hesen: ez karim bawerke ez karim

Zêneb: te gelekî dema min windakir û pêwîste ez çîrokê bi dawî

bikim

( Zêneb diçê ser masê û dixwazê binivîsînê )

Hesen: raweste tu çi dikê ?

(Zêneb guhnadê wî û karê xwe berdawam dikê )

Hesen: ez dibêjim raweste raweste

(Hesen bi lez diçê cem Zênebê û destê xwe dikê qerka

wê û wê di xeniqînê )

Hesen: min ji te re got ezê te bikûjim ezê te bikûjim... bikûjim

( Zêneb di nav destê wî da demakê li ber xwedidê lê

hema li dawiyê dikevê ser textê sehnê canek bê reh )
 



dawî