|
|||
|
Daxuyaniya KOMKARê li ser êrîşkariya hovane ya li herêma Şengalê: „Berxwedan Jiyan e!“ Hêzên terorîst, ku bê şik ji dewletên herêmê yên dijî Kurd pişgirî digrin, rûyên xwe yên hov careke din eşkere kirin. Di 15ê Tebaxa 2007´an, saet nêzî 20.00´an da bi 4 otomobîlên barbir yên bombe barkirî di gundên derdorê Şengalê hatin teqandin. Li gor agahdariyên destxistî, di encama vê êrîşa terororîstî da nêzikî 300 welatiyên Kurd yên Êzîdî şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn. Şik tune, ku armanca vê êrîşa hovane jî, wek yên berê, bêîstiqrar kirina herêmê û paşvexistina referandûma Kerkukê ye. Terorîst bi van êrîşan her wisa hewl didin, ku Kurd heremên Kurdistanê valakin û pêşîlêgirtina van herêman ya li ser Kurdistanê ye. Her wisa, şik tune, ku destê dewletên heremê di van êrîşan da heye û xwefiroşên bi eslê xwe Kurd jî alîkariya wan dikin, da ku di navbera Kurdistaniyên qedîm yên Êzîdî û Misilmanan da nakokiyan der bixin. Lê belê, divê bê zanîn, ku Kurdistan û gelê Kurd ne yên 20 sal berê ne. Çi Musulman, çi Êzîdî û çi jî Xaçperest, gelê Kurd îro, nemaze jî li Kurdistana Başûr yekîtiya xwe pêk aniye, li dijî dafik û êrîşkariyên dijmin berxwe dide û bê guman wê bide jî. Em wek Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, ev êrîşa hovane rûreş dikin, ji şehîdan ra sersaxî daxwaz dikin, êşa birîndaran parve dikin û hevîdar in, ku ew rojeke zûtir çak bibin. Her usa em ji civata Êzîdiyan ra jî sersaxî daxwaz dikin. Êşa wan, êşa me ye û em bi her awayî li gel wan in. Wek KOMKAR careke din eşkere dikin, ku em bi her awayî li gel tekoşîna gelê xwe yê Başûr in. Li der welat çi ji destê me bê, bê guman emê bikin. Wek Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî jî dawe dike, li hember êrîşên hovane yên dijminê Kurdan emê berxwe bidin. Ji ber ku berxwedan jiyan e! 15.08.2007 Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
|
|
||